”BERHEVKIRINA DENGBÊJIYA JINÊN KOBANÊ” YEK JI PIROJEYÊN DERÇÛNA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ‎KOBANÊ BÛ

Rojava Tv
2 Min Read

Xwendekarên zanîngeha Kobanê yên beşa ziman û wêjeya Kurdî, piştî 4 salan ji xwendinê projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş dikin.‎

xwendekara bi navê Necah Ibrahîm mijara xwe ya derçûnê ”dengbêjiya jinên Kobanî hilbijartiye û dibêje: ”bi salane dayikên ‎me tevî ewqas astengî di bin navê şerim û ‎guneh de çanda kurdan a Fuloklorî parastine”. ji ber wê ‎‎xwest berhev bike û di pirojeya xwe de pêşkêş bike.‎

Piştî salên dûvdirêj ji xwendinê, ked û westandina bi şev û rojan, da ku xwedî li keda bi sedê salan ji ‎tekoşîna parastina ziman û çadana Kurdî derkevin.‎

Xwendekarên zanîngeha Kobanê yên beşa ziman û wêjeya Kurdî, projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş dikin.‎

Necah Ibrahîm xwendekara beşa wêje û zimanê kurdî ye, piştî keda çar salan ji ‎xwendinê bi hêzeke mezin ‎pirojeya xwe ya derçûnê li zanîngeha nîqaş ‎dike.‎

Necah Ibrahîm mijara xwe ya derçûnê dengbêjiya jinên Kobanî hilbijartiye û dibêje: ”bi salane dayikên ‎me tevî ewqas astengî di bin navê şerim û ‎guneh de çanda kurdan a Fuloklorî parastine”. ji ber wê ‎‎xwest berhev bike û di pirojeya xwe de pêşkêş bike.‎

Ji aliyê xwe ve serperştê pirojeya derçûna dengbêjiya jinên Kobanî şervan Misilm ‎got:” bi kedeke pir ‎mezin ev piroje hat berhevkirin û xebateke giring li ser hat kirin”.‎

Bi sedên salan Jinên Kurd di paş dîwaran û bi dengekî nizim di bin navê şermê de ‎hestên xwe ‎dilorandin, lê şoreşa Rojava ev dîwar hilweşand û ew dengê jinê bilind kir, îro jî her jina dengbêj bi ‎awayekî wêrek û serbest dengê xwe berz dike.‎

Share This Article