Tevî dorpêça berdewam ku Hikûmeta Veguhêz li ser herdu taxan ferz kiriye, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê, duh dest bi ezmûnên dawiya werza yekem a sala xwendinê ya 2025-2026an kir.
Di ezmûnan de, bi sedan xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî yên dibistanên rêveberiya xweser, cihê xwe digrin.
Ezmûn di nav şert û mercên dijwar ên jiyanê de, bi taybet nebûna mazotê germkirinê de, bi rêve diçin.
Li gor Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, ezmûn di 5’ê Çileya 2026’an de dest pê kirine û dê di 15’ê Çileyê de biqedin.
