MECLÎSA ABORÎ JI BO GEŞKIRINA ABORIYA HERÊMÊ KAR DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Li gorî xalên hevpeymana civakî ya nû, yekkirina Desteya Çandiniyê û Desteya Aboriyê di bin navê Meclîsa Aborî de bû.

Ji bo naskirina armanca yekkirina herdu desteyan û makanîzmeya xebatên meclîsa nû em raporê bişopînin.

Bi armanca pêkanîna xalên hevpeymana civakî ya nû ku di dawiya sala borî de hat erêkirin, Desteya Çandiniyê û Desteya Aborî di bin navê Meclîsa Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn yek.

Ji bo naskirina armanca yekkirina herdu desteyan û makanîzmeya xebatên meclîsa nû Rojava TV hevpeyvînek bi hevseroka Meclisa Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Saroxan re kir.

Leyla Saroxan tekez kir ku armanc ji avakirina meclisê ew e ku stratejiyên aboriyê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêş bixin.

Leyla Saroxan diyar kir ku bi avakirina Meclîsa Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew ê aboriya herêmê geş bikin.Ji ber êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyê û ferizkirina dorpêçê, saziyên aborî rastî zehmetiyan hatin.

Rêveberiya Xweser jî ji bo başkirina rewşa aboriyê li herêmê hewl dide ku planên aborî yên alternatîf peyda bike.

Share This Article