DESTEYA JÎNGEHÊ YA REQAYÊ DEST BI PÊNGAVA ÇANDINA DARAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê bi armanca zêdekirina rûberên keskahiyê dest bi pêngaveke çandina daran kiriye.
Pêngavê îro bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û jîngehparêzan dest pê kir.
Di pêngavê de dê zêdetirî 450 darên cur be cur li kolan û cadeyên sereke yên kantona Reqayê werin çandin.
Armanca pêngavê zêdekirina rûberên keskahiyê, avakirina jîngeheke tendurist û ciwankirina dîmenên bajêr e.
Desteya jîngehê li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kêmkirina bandorên şer ên li ser xwezayê, daran diçîne, daristanan ava dike û baxên giştî vedike.

Share This Article