MAZLÛM EBDÎ Û SEROKA MSD BI XWENDEKARÊN FAKULTEYA BIJÎŞKÎ YA ZANÎNGEHA ROJAVA RE CIVIYAN

Rojava Tv
2 Min Read

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî û Seroka Encumena Sûriya Demokratîk MSD Ilham Ehmed bi xwendekarên sala dawî ya beşa bijîşkî di Zanîngeha Rojava de civiyan.
Di hevdîtinê de rewşa xwendekaran, astengî û zehmetiyên tên jiyankirin her wiha awayên pêşxistina zanîngehê û parastina mîratan hat nîqaşkirin.

îro, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî û Seroka Encumena Sûriya Demokratîk MSD Ilham Ehmed bi armanca nîqaşkirina rewşa xwendekarên fakulteya bijîşkÎ û zehmetiyên ku rûbirûyî wan tên, bi xwendekarên sala dawî ya beşa bijîşkî di Zanîngeha Rojava de civiyan.

di civînê de Cîgira Serokatiya Encumena Cîbcîkar di Rêveberiya Xweser de Emîna Osê, hevserokê Desteya Tenduristiyê di Dr Ciwan Mistefa û hejmarek ji xwendekaran beşdar bûn.

destpêkê Ilham Ehmed derbarê rewşa siyasî ya herêmê nirxandin kir.

Di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî destnîşan kir, destkeftiyên ku hêzên leşkerî yên li qadê bi dest xistine tevî hemû astengî û zehmetiyan bi avakirina saziyên çand, perwerde û xizmetguzariyê ve girêdayî ye.

Ebdî tekezî li ser berdewamkirina xwendekaran li zanîngeh û dibistanên rêveberiyê de kir û got, gihaştina xwendekaran sala dawî bi serê xwe destkeftiyek e.

Her wiha Mazlûm Edî diyar kir ku derçûna vê koma xwendekaran ji bo gelê me mizgîniyeke û di heman demê de ev yek piştrast dike ku hemû hewldanên ku di avakirina saziyên perwerdeyê de hatine kirin serkeftî bûn.

Mazlûm Ebdî da zanîn ku ji bo bidestxistina nasnameya navdewletî ji bawernameyên zanîngeh û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew di nava hewldanan de ne..

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mazlûm Ebdî di dawiyê de got, divê Rêvebiriya Xweser giringiyê bide derçûyên zanîngehên herêmê.

Xwendekaran di hevdîtinê de behsa astengî û zehmetiyên ku di salên xwe yên xwendinê de kişnadine kirin, her wiha ji bo pêşxistina pêvajoya perwerdeyê li zanîngehê û bilindkirina wê di rêzên zanîngehan de pêşinyarên xwe kirin.

Share This Article