Şîrovekarê Siyasî Azad Hiso di derbarê merasîma şewitandina çekan a gerîlayên azadiyê de ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku niha dem dema aşîtiyê ye. Pêwîste her kes li gorî banga rêber Apo tevbigere.
Komeke gerîlayan a ji 30 kesî pêk tê ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî di nav de cih digirt, di çavçoveya banga Rêber Apo de, di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casneyê ya li Gundê Sûrdaş ê girêdayî navçeya Dûkan a Silêmaniyê merasîmek li dar xistin û çekên xwe şewitandin.
Di vê çarçoveyê de, Şîrovekarê Siyasî Azad Hiso axivî û diyar kir ku niha dem dema aşîtiyê ye. Pêwîste her kes li gorî banga rêber Apo tevbigere û aşît û demokrasiyê bi pêş bixîne.
Her wiha Azad Hiso tekez kir, piştî vê gava ku PKK’ê li dar xist, êdî pêwîst e dewleta Tirk gaveke bi xurtî bavêje û guhertinan pêk bîne.
PKK’ê di 17’ê mijdara 1978’an de bi pêşengiya Rêber APO hate avakirin û piştî têkoşîneke bêhempa di Gulana Îsal de xwe fesix kir, şerê çekdarî bi dawî kir û dest bi serdemeke nû ya têkoşînê kir.
