Mamosteyên Kantona Firatê bi daxuyaniyekê tevlî seferberiya giştî bûn û tabûra şehîd Ronahî Yekta ava kirin.
Mamosteyên Kantona Firatê di daxuyaniya xwe de gotin, Dewleta Tirk a dagirker ev demeke êrîşên xwe yên bê navber li ser herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê didomîne.
Her wiha diyarkirin, Piştî ku Rêveberiya Xweser banga seferberiyê kir, weke mamosteyên Kantona Firatê me jî biryar da ku em bi hemû hêza xwe tevlî seferberiyê bibin.
mamosteyan diyar kirin ku, ew ê timî piştgirîyê bidin hêza xwe QSD, YPG û YPJ’ê û çi rek û berpirsyarî bikeve ser milên wan ji bo parastina gel, welat û bajarê xwe ew ê pêk nbînin.
