Bi boneya nêzîkbûna ji serê salê re kamereya RojavaTV derbasî nava bazara bajarê Qamişlo bû û amedekariyên şêniyên herêmê ji vê boneyê re şopand.
Derbarê mijarê de şêniyên Qamişlo hêvî kirin ku sala 2023an bibe sala aştî û aramiyê li herêmê, her wiha gotin ku îsal ji ber bilinbûna nirxê dolarê emerîkî, li beramberî lîreya Sûrî kirîna kelûpelên cejna sersalê buha ye .
Çend roj ji bo pêşwazîkirina cejna sersalê re maye, anku çend roj maye em ê xatir ji sala 2022an bixwazin û pêşwazî li sala 2023ê bikin, ekîba Rojava TV jî ji nêzîk ve amadekariyên xelkê Qamişlo yên ji bo vê boneyê şopand.
îsal amedekariyên şêniyan lawaze û ne mîna her salên derbasbûyî ye, ev yek jî ji ber bilinbûna nirxê dolarê Emerîkî li beramberî leyreya Sûrî ye.
Di derbarê mijarê de ji şêniyên Qamişlo Seyif Behrî ji RojavaTV re axivî û hêvî kir ku sala 2023an bibe sala aştî û aramiyê li herêmê.
Li aliyekî din firoşkarekê kelûpelan Fener Omer jî got ku ji ber bilinbûna zêde a nirxê dolarê Emerîkî li beramberî leyreya Sûrî îsal nixrê hemû kelûpelên cejna sersalê buha bûye.
Bi nêzîkbûna cejna sersalê re gelek kolanên bajarê Qamişlo bi kersteyên taybet yên ji vê cejnê re hatine xemilandin û her êvar şêniyên bajêr berê xwe didin wan kolanên ku hatine xemilandin û ji xwe re wêneyên ku dê ji bo sala bê bibin bîranîn, digirin.
