1’EMÎN KONFERANSA KOMÎNAN LI HESEKÊ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Konferansa 1’emîn a Komînan bi dirûşma “Komîn bingeha avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e” li hola Serdem li dar xist.

konferans bi beşdariyeke berfireh ji nûnerên komîn, saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan li ser komînan û Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser hate xwendin.

Endama Desteya Hevserokatiyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif xwendineke siyasî li ser Rojhilata Navîn pêşkêş kir.

Foza Yûsif banga beşdarkirina tevahî gelê Sûriyê di diyalogê de ji bo sazkirina destûreke demokratîk û hevbeş kir

Piştî nîqaşên beşdaran konferans bi encamnameyekê bi dawî bû, ji girintirîn encam jî Komîn di aliyê rêxistinî û rêveberî de werin çaksazkirin û pêşxistin, her wiha Valahiyên di komîn û komîteyan de di demeke nêzîk de werin dagirtin.

Share This Article