Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêşwazîkirina Cejna Newrozê de, li dibistana Şehîd Volkan a bajarê Qamişloyê şahiyek hate lidarxistin.
Şahî bi amadebûna mamoste, xwendekar û malbatên wan li hola dibistanê ya ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, dest pê kir.
Di şahiyê de koma dibistanê stranên gelêrî yên Kurdî gotin, dîlanên folklorî pêşkêş kirin û helbest jî pêşkêşkirin.
paşê agirê Newrozê hate geşkirin û beşdaran jî dîlan gerandin.
