Rêveberiya Sivîl a Reqayê ji bo zêdekirina demjimêrên elektrîkê, li gel Ajansa Amerîkayê ya Geşedana Navdewletî, peymanek îmze kir.
Komîteya enerjiyê ya Encumena Sivîl a Reqayê ji bo başkirina rewşa elektrîkê peyman îmze kir.
Li gorî peymanê dê alavên veguhestina elektrîkê yên nû bêne danîn û elektrîk li ser malan bêne belavkirin.
Ji ber zêdebûna hejmara niştecihan û wêraniya ku bi serê navendên elektrîkê de hatibû, gelek caran rewşa elektrîkê xirab dibû.
Lê li gorî komîteya enerjiyê bi dana van alavan, dê êdî pirsgirêka kêmbûna elektrîkê çareser bibe.
KOMÎTEYA ENERJIYÊ YA REQAYÊ PIRSGIRÊKA ELEKTRÎKÊ ÇARESER DIKE
