Saziyên Malbatên Şehîdan, Xelkên Herêmê û Kongra Star bi daxuyaniyên cûda hilbijartinên nedemokratîk ên ku hatin li darxistin şermezarkirin û diyar kirin ku ew kesên ku ji bo endamtiya Meclisa Gel a Sûriyeyê hatine tayînkirin qebûl nakin û ew nûnertiya gelê Kurd nakin.
Her wiha di daxuyaniyan de hate gotin, Dengê me dengê berxwedanê ye û yên ku êşên me hîs dikin û xwîna şehîdan diparêzin dikarin nûnertiya me bikin.
Saziyên Malbatên Şehîdan, Xelkên Herêmê û Kongra Star bi daxuyaniyên cûda hilbijartinên nedemokratîk ên hikumeta Demkî ya Sûriyê li darxist şermezarkirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Goristana şehîd Delîl Saroxan bi amadebûna endamên Meclisê û malbatên Şehîdan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, em van hilbijartinan bi temamî red dikin û encamên wê qebûl nakin.
Ev hilbijartin îradeya pêkhateyên herêmê îfade nakin. Em van hilbijartinan berdewamiya polîtîkayên ku xizmeta me gelê me nakin, dibînin.
Her wiha hate tekez kirin ku Wek gelê Kurd pêdiviya me pê heye ku em fermî di destûra Sûriyeyê de werin naskirin û em bigihêjin mafên xwe.
Meclia Malbatên Şehîdan a Kobanê jî hilbijartinên ne rewa yên hikumeta Demkî bi tundî şermeza kir.
Di daxuyaniyan de tayînkirina endamên parlamentoyê hat redkirin û hate diyarkirin ku ev tayînkirin dûrî pransîbên edalet, wekhevî û demokrasiyê ne.
Her wiha hate gotin ku proseya tayînkirinan ne qanûnî bû û ne şefaf, nûnertiya rasteqîn a vîna gelê azad nekir û beşdariya hemû aliyan mîsoger nake.
Meclisê bang li hikumetê kir ku tavilê tayînkirinan li ber çavan bigirin û mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike.
Kongra Star a bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina van hilbijartinan, daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyanî bi amadebûna endamên Kongra Star û rêxistinên jinan li Qada Jina Azad hate dayîn.
Kongra Star diyar kir, ew kesên ku ji bo endamtiya Meclisa Gel a Sûriyeyê hatine tayînkirin qebûl nakin û ew nûnertiya gelê Kurd nakin.
Her wiha Kongra Star daxwaz kir ku Divê komîteyeke temsîliyeta wekhev a tevahî gelê Surî were ava kirin û mafê gelê Kurd yê sîyasî, perwerdehî û çandî bi taybet mafê jin were misogerkirin.
Şêniyên Kobanê ev hilbijartin bi daxuyaniyekê redkirin û diyar kirin ku kesên beşdarî xebatên tayînkirinan bûne, nûnertiya vîna gelê Kurd nakin û mafên wê yên siyasî û çandî naparêzin.
Hate diyarkirin ku divê nûnertiya rasteqîn xwe bispêre îradeya azad a gel, ne ku li gorî siyasetên teng werin ferzkirin.
Şêniyan tekezkirin ku Sûriyeya nû ya demokratîk bi beşdariya hemû pêkhateyên wê û pirrengiya wê ava dibe.
