Rêxistina Stêrk a Zarokan li Helebê di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyeke hunerî li dar xist.
Çalakî li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat li dar xistin têde Endamên saziyên sivîl, partî, meclis, komîn û zarok beşdarbûn.
Di çalakiyê de li ser navê rêveberiya Rêxistina Stêrk axaftin hatin kirin û hat gotin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrên xwe rêya azadiyê ronî kir.
piştre, koma Tîrêjên Rojê , koma Şehîd Delîla û koma Şehîd Sewsen a govendê berhemên xwe pêşandan û Şanoyek hate pêşandan .
