Endamên Koordînasyona Kongra Star yên Hesekê ,tecrîda li dijî rêber abdullah ocalan şermezarkirin û diyar kirin ku,armanc ji tecrîdê ji holêrakirina fikrê Rêber Apo ye.
her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hemberî vê neheqiyê bê deng nemînin û helwesteke cidî bigrin.
Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên zehmet û tecrîda girankirî de tê ragirtin û ev zêdetirî 3 salane bi tu awayê agahî ji Rêber Apo nayen wergirtin.
Gelên azadîxwaz ku ji fikrê Rêbertî bihna aştî û azadiyê kirine her li ser biyanin û asta têkoşînê berz û bala dikin.
Endamên Koordînasyona Kongra Star yên Hesekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber APO şermezar kirin û gotin ku, armanc ji tecrîdê ji holêrakirina fikrê Rêbertî ye .
Endamên Koordînasyon Kongra star dan zanîn ku, divê rêxistinên mirovî û hiqûqî li hemberî tecrîda li dijî rêbertî xwedî helwest bin û ji bê dengiya xwe derkevin.
herî dawî, Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî ragihand ku wan ji CPT xwestiye ku di demeke herî nêz de serdana Îmraliyê bikin û derbarê de daxuyaniyeke têrker bidin.
