MALBATÊN ŞEHÎDAN Û DESTEYA PERWERDEYÊ KOMKUJIYA LI KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê yên Kantona Reqayê bi daxuyaniyên cuda komkujiya li kobanê şermezar kirin û banga darizandina Tirkiyê kirin.
Di herdu daxuyaniyan de hat diyar kirin, dewleta tirk a dagirker ku bi hedefgirtina sivîlan sûcên şer dike û hemû pîvanên exlaqî û hiqûqî binpê dike.
Her wiha hat gotin, divê desthilata nû ya şamê li hember êrîş û sûcên ku dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê pêk tîne bê deng nemîne.
Meclîsa Malbatên Şehîdan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê yên Kantona Reqayê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku dagirkeriya Tirk li ser sûc û êrîşên pêk anîna darizîne.

Share This Article