Malbatên Şehîdan ên bajarê Hesekê dibêjin, dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinan dixwaze, nasname û hebûna resen a jinên berxwedêr ji holê rake.
Her wiha bêhelwestiya Rûsya, Amerîka û aliyên peywenîdar şermezar dikin û wan jî weke hevkarên komkujiyên li dijî xelkê herêmê bi nav dikin.
