HÊZA PARASTINA CIVAKÎ BANGA SEFERBERIYÊ BERSIVANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hilweşîna rêjîma beis’ê re û ji 8’ê kanûnê ve êrîşên dagirkeriya tirk li dijî herêmê zêdetir bûn.‎

Di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî û rêxistina civakê de, êdî tevahî ferdên civakê ketina nava tevgerê da ‎ku parastina herêmê ji hewilên derxistina fitneyê bikin û herêmê ji êrîşên dagirkeriyê jî biparêzin.

Jin û ciwanên herêmê ku di nava hêzên parastina civakî de cih girtine, 24’demjimêran di nava bajarê ‎qamişlo de di nobetdariyê de ne û bajarên xwe ji her êrîşekê diparêzin.‎

Ji rêveberên hêza parastina civakî dibêje piştî hilweşîna rêjîma beis û destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ‎ew di nava tevgerê de ne, da ku li gel QSD’ê parastina herêmê bikin.‎

Li ser banga ragihandina seferberiyê ya rêveberiya xweser, di serî de hêza parastina civakî û tevahî ‎civakê banga rêveberiyê bersivandin û bajarên xwe diparêzin.‎

Share This Article