LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ SÛCÊN DIJÎ MAFÊN MIROVAN PÊK TÊN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Zeyneb Silêman derbarê sûc û kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê de, anî ziman ku, li Efrîna dagirkirî beriya ku mewsim dest pêbike çete diziyê dikin û bacan li welatiyan ferz dikin.
Ji destpêka ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, welatiyên ku li Efrînê mane rojane rastî hemû cureyên binpêkirinan tên.

Li gel destdirêjiyên li jin û zarokan, revandina welatiyan, xwezaya Efrînê tê talankirin û demografiya herêmê tê guhertin.

Her wiha malbatên resen bi darê zorê tên koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan tên bicihkirin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Zeyneb Silêman ji Rojava Tv re behsa sûc û kiryarên ku li efrînê pêk tên kir

Her wiha Zeyneb Silêman di nav nirxandinên xwe de da zanîn ku, li Efrînê beriya ku mewsima zeytûnan dest pêbike çete diziyê dikin û bacan li welatiyan ferz dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî rojane welatiyan direvîne, li hember serbestberdanan welatiyan bacên giran li malbatan ferz dike.

Share This Article