Her wiha malbatên şehîdan diyar kirin ku, heta dawiyê ew ê li pişta tevgera azadiyê bin û bang li PDK’ê kirin ku li xwe vegere.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê her ku diçin zêdetir dibin.
Dewleta Tirk di nîveka rojê de, karwanên xwe yên dagirkeriyê derbasî Başûr dike û hejmara leşkerên xwe zêde dike.
Çavdêr dibînin ku, leşkerkêşiya Tirkiyê nîşana dagirkirina axa Kurdistanê û têkbirina statuya Kurdan e.
Li hember van metirsiyan û hevkariya PDK’ê ya ligel dagirkeriyê, malbatên şehîdan ên Helebê gotin, cihê PDK’ê di dîrokê de tune ye.
Her wiha malbatên şehîdan diyar kirin ku, heta dawiyê ew ê li pişta tevgera azadiyê bin û bang li PDK’ê kirin ku li xwe vegere.
Di demên herî zehmet de û dijwar de gerîlayên azadiyê xwe gihandina Başûrê Kurdistanê û gel ji komkujiyên hovane yên DAIŞ’ê parastin, lê di roja îroj de li cihê piştevanîkirina berdêlên giranbuha, PDK’ê rêya komkujiyê ji dagirkeriyê re vedike.
