LI QAMIŞLO BI MEŞEKÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan li bajarê Qamişlo meşek girseyî hat lidarxistin.
Beşdarên meşê bi rihê neteweyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin û tekez kirin ku, di qonaxa heyî de çi erk û berpirsyarî li ser milê wan bikevin, ew ê pêk bînin.

Bi armanca şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdulah Ocalan li bajarê Qamişlo meşeke girseyî hate lidarxistin

Bi hezaran kurd, ereb û suryanên bajarên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê tev li meşê bûn.

Meş bi berzkirina dirûşemya Bijî Serok Apo ji çarxereya Osman Sebrî dest pê kir û li qada Ş.Rûbar veguherî mîtingê.

Li wir endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivîn û gotin, Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin.

Beşdarên meşê bi rihê neteweyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin û tekez kirin ku, di qonaxa heyî de çi erk û berpirsyarî li ser milê wan bikevin, ew ê pêk bînin.

Ji bo valaderxistina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, li seranserî herêmê meşên girseyî tên lidarxistin û di salvegera pêngava cîhanî de jî dê çalakî derbasî qonaxeke nû bibin.

Share This Article