MALBATÊN ŞEHÎDAN HEVKARIYA PDK’Ê YA BI DEWLETA TIRK RE ŞERMEZAR DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Malbatên şehîdan ên Qamişlo hevkariya PDK ya bi Dewleta Tirk re şermezar kirin .
her wiha bang li PDK’ê kirin ku li xwe vegere.

Bi salan e dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, bi her şêwazî êrîşî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Ji çekên kîmyawî bigire heta xeta xiyanetkar xistiye meriyetê û dîsa jî nekariye li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê serbikeve.

Dewleta Tirk niha jî karwanên xwe yên dagirkeriyê derbasî Başûr dike û hejmara leşkerên xwe zêde dike.

bi gotina Malbatên şehîdan ên Qamişlo: hevkariya PDK bi dagirkeriya Dewleta Tirk re qet nayê qebûlkirin .

Malbatên şehîdan ên Qamişlo bang li PDK’ê kirin ku li xwe vegere.

Bi salan e PDK ji alîkariya lojistikî bigire heta îstixbaratî di her hêlê de li gel dagirkeran cih digire û xiyanetekî mezin li gelê Kurd dike.

Ev hevkariya wan ji aliyê gelê Kurd ve bûye cihê nerazîbûnan .

Share This Article