MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN HELEBÊ PIŞTGIRÎ DAN KAMPANYA HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, qonaxa duyemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareser siyasî” bi navê “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” hat destpêkirin.

Ev kampanya ji aliyê gelên cuda ve hat pêşwazîkirin, û bi demê re, qada wê ya qebûlkirinê firehtir bû.

Di vê çarçoveyê de, malbetên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê piştgiriya xwe ji kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” dan, û diyar kirin ew jî bi dil û can tevlî vê çalakiyê dibin.

Dayik û bavên şehîdan nîşan dan ku felsefeya Rêber Apo felsefeyeke gerdûnî ye û behsa azadiya cîhanê tevahî dike.

Hêjayî gotinê ye ku di vê kampanyayê de, hezar û 330 parêzerên ji 35 boroyên hiqûqî û mirovî serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dan, da ku derbasî Îmraliyê bibin.

Share This Article