Di 22’ê hizêranê de, li dêra Mar Ilyas ya li herêma Diwêla ya Şama paytexta Sûriyê, dema ku xiristiyanan nemêja roja Yekşemê kirin, êrîşeke xwekuj pêk hat.
Di encama êrîşê de 22 kes şehîd bûn û 63 kes jî birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin gihiştine avahiya dêrê.
Têkildarî vê yekê, xiristyanên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Xiristyanan diyar kirin ku ev êrîşa ku li dijî xiristyanên Şamê pêk hat, li dijî pîvanên mirovahiyê ye.
Xiristiyanên herêmê her di nava axaftinên xwe de bang li desthilata Şamê kirin ku bi erkên xwe rabe û aliyê ku komkujî pêk aniye darizîne.
Piştî êrîşa xwekuj a li dijî dêra Mar Ilyas, Koma bi navê “Seraya Ensar El Sunna” li xwe mukur hat û êrîşa li dijî dêrê ku ji êrîşên herî hovane bûn , girt ser xwe.
