Di her xwepêşandanekê de ji bo girtiyan, Gîvara Efrîn bavê dîlgirtî Zinar, berê xwe dide meydanan, bi hêviya ku kesên têkildar dengê wan bibihîzin û kurên wan serbest berdin.
Gîvara berxwedana tevahî şervanan di zindanê de pîroz dibîne û piştrast dike ku ew ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe derkevin.
Ev Gîvara Efrîn e bavê şervanê dîlgirtî Zinar e, ku di 17’ê Çileya 2026’an de li ser destê komên bi ser hikumeta demkî ve li gundê Mensûra yê girêdayî bajarê Reqa hatiy dîlgirtin.
Gîvara Efrîn, rojane di çalakiyên xwepêşendanan ji bo dîlgirtiyan beşdar dibe û daxwaza nasîna çarenûsa kurê xwe yê ku ev sê mehe jê bê xebere dike.
Bavê şervan Zinar ji Rojava TV re diyar dike ku çîroka wî ew çîroka her bavekî ye ku beşek ji dilê xwe winda kiriye û li benda vegera wê ye.
Gîvara berxwedana tevahî şervanan di zindanê de pîroz dibîne û piştrast dike ku ew ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe derkevin.
Ev çîrok kurtkirina êşa gelek kesan e. Sê meh ji bendewariyê derbas bûn û hîna jî bi sedan dayik û bav li ser keç û kurên xwe bi fikar in.
