DI KONFERANSA TÊKILDARÎ TECRÎDÊ DE BANGA AZADIYA RÊBER APO HATE KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Konferansa Desteya Tenduristiyê ya ji bo nîqaşkirina bandorên tecrîdê yên li ser tenduristiya Rêber APO doh bi encamamnameyekê bi dawî bû.

di konfiransê de bang hat kirin ku pêşinyarên CPT werin pêkanîn û tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo hat kirin.

Konferansa Desteya Tenduristiyê ya ku bi dirûşmeya “Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye” hatibû lidarxistin, bi encamenemeykê bi dawî bû.

ji xalên girîng ên hatin pêşniyarkirin jî, Divê pîvana wekheviyê ya li ser esasê hiqûqî were pêkanîn û tecrîd were bidawîkirin, her wiha Divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl çalakiyên xwe pêş bixin ta tecrîd û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi dawî bibin

Ji bo saziyên wekî CPT’ê karibin biçin Îmraliyê divê destûr bê dayîn, Her wiha divê derfet ji bijîşkan re bê dayîn ku biçin Îmraliyê û testan ji girtiyan çêbin û Divê encamên testan bi rêya raporan bi rêya giştî re were parvekirin.

Ji bo ku girtîgeha Îmraliyê ji rewşa awarte were derxistin, divê pîvanên navneteweyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, pêşniyarên CPT’ê werin pêkanîn. Divê ev pêkanînên di qanûnên hiqûqî û siyasî de werin betalkirin.

-Divê bi rêya “Mafê Hêviyê” ya derxistiye azadiya birêz Abdullah Ocalan were pêkanîn, Ji bo ku ev jî pêk were divê desteyek ji dadwer û parêzên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi Meclisa Ewropayê re hevdîtinê bike.

-Rastiya birêz Ocalan, çi li Tirkiyeyê be, çi li Rojhilata Navîn be, ji hemû bawerî, ziman, nasname, çand û civakan re bi awayekî zelal xuya dike. Ev mijar ji bo pêkanîna aştiyê jî derbasdar e.

Beşdarên konfiransê diyar kirin ku armanc ji komploya navneteweyî ya ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye temamkirina planên mêtîngeriyê û destwerdana li kar û barên Rojhilata Navîn û rêgirtina li ber çareseriyan e.

Share This Article