Rêveberiya Pêjiyaniyê ya bajarê Hesekê ji bo kontrolkirina nirxên kelûpelan û rêlibergirtina keysbaziya bazirganan, gerên xwe zêde kirine.
Piştî rûxandina rejîma Baas’ê, nirxê lîreya Sûrî li beramberî dolarê amerîkî gelekî daket, lê hin bazirganan nirxê kelûpelan danexistine.
Rêveberiya Pêjiyaniyê ya bajarê Hesekê jî ji bo ku rê li pêşiya kesybaziyê bigre, gerên xwe yên çavdêriyê zêde kirine.
Ekîbên Rêveberiya Pêjiyaniyê li nava bazarê digerin û nirxan kontrol dikin.
RÊVEBERIYA PÊJIYANIYÊ JI BO KONTROLKIRINA NIRXAN GERÊN XWE ZÊDE KIRINE
