Şeş meh in Bajar û bajarokên kantona Cizîrê rastî qutbûna kehrebeyê tên û ev yek barê welatiyan girantir dike.
Hevserokê Gerînendeya Veguhastin û Enerjiyê ya kantona Cizîrê, Azad Silêman ji Rojava TV re sedemên nebûna kehrebeyê aşker kir.
Piştî rûxîna stasyona Siweydiyê ji ber êrîşên Tirkiyê, tevahî Bajar û bajarokên kantona Cizîrê rastî qutbûna kehrebeyê hatin û ev şeş meh in welatî bê kehrebene.
Wekî gaveke altirnatîv, Rêvebriya Xwser barê dabînkririna avê avêt ser Bendava Firat û tişrînê. Lê ev gav kêm bû û ji tevahî bajaran re nebû bersiv.
Derbarê mijarê de, Hevserokê Gerînendeya Veguhastin û Enerjiyê ya kantona Cizîrê, Azad Silêman, ji Rojava TV re miqdar û çawaniya belavkirina kehrebyê li kantontê, şîrove kir.
Azad Silêman destnîşan kir ku dewlet Tirk pabendî peymanên derbarê dayîna ava Çemê Firatê di navbera Sûriyê, Tirkiye û Iraqê de nabe, lewma bendav nikarin kehrebeyê bi tamamî hilberînin.
Qutbûna elektrîkê tayebt di havînê de, jiyana welatiyan zehmet dike û barekî giran li ser rewşa wan ya madî zêde dike.
Li aliyekî din, belavbûna bêserûber a jeneratoran û zêdekirina pereyan a keyfî ji aliyê xwediyên wan ve, ji bo welatiyên herêmê bûye cihê fikaran.
