Heta niha, bi dehan malbat hîn jî li bendê ne, ku ji xizmên xwe yên di zindanên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de agahiyekê werbigrin, tevî gelek sozên serbestberdana wan ku demek dirêj berê hatine dayîn.
Mecîd Hac Mehmûd ku bavê 2 dîlgirtiyan e ji Rojava TV axivî û kesera dilê xwe aşkere kir.
Mecîd Hac Mehmûd ku bavê 2 dîlgirtiyan e, zarokên wî ji 17 meha Çileyê ve windayî ne, û tiştekî li ser wan nizane .
Rojane dilê wî dişewite û hêviyên wî ew in ku zarokên wî sax bin û di demeke nêz de vegerin.
Mecîd Hac Mehmûd ji Rojava TV re got ez zarokê xwe dixwazim û wan ji nû ve di nav malbetê de bibînim.
Li aliyekî din jî birayê herdu dîlgirtiyan got ku cara dawiyê di 17 meha çileyê de agahiyên mi ji birayên min qut bûne û em li bendê ku agahiyek nû ji wan bigrin.
Mîna zarokên Mecîd Hac Mehmûd bi sedan xort û keç windayî hene û rojane dilê dayik bav û zarokên wan dişewitin.
Malbatên wan çav li rê ne ku zarokên wan di demekê nêz de vegerin û ev peyman pêk were .
