KONFERANSA YEKEMÎN A INSÎYATÎVA AZADIYA RÊBER OCALAN A SÛRIYÊ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê îro bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî, rewşenbîr û hozên ereb li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di konferansê de tekezî li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina komîteyekê bo şopandina vê rewşê, hate kirin

Di bin dirûşmeya azadiya Rêber APO Misogeriya Çareserî û Aştiyê ye, konferansa yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya li Qamişloyê vê sibehê hate lidarxistin.

Hejmarek ji akademisyen, siyasetmedar, parêzer, nûnerên partiyên siyasî û hozên ereb beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de Krîza Rojhilata Navîn û çareseriya dozên gelan û armanca komploya navdewletî û girîngiya azadiya Rêber Ocalan hatin nîqaşkirin.

Parêzer Xedîca Îbrahîm jî da zanîn ku armanca tecrîdê ew e ku vîna temamê gelên Rojhilata Navîn were têkşikandin.

Konferans bi encamnameyekê ku tê de tekezî li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, û avakirina komîteyekê bo şopandina vê rewşê, bi dawî bû.

Share This Article