Hevserokê mala êzdiyan a bajarê Helebê Menan Cafer têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî axivî û got, ew weke êzidî perspektîfên rêber APO ji bo xwe weke hêz û baweriyê dibînin.
Menan Cefer destnîşan kir ku, Rêber APO bi ramanên xwe dê guhertinên dîrokî çêbike.
27’ê Sibatê , şandeya îmraliyê ya partiya Wekhevî û demokrasiya ya gelan Dem Partiyê bi Rêber Abdullah ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê, Şandeyê li Stenbolê, banga Rêber APO ya Aştî û civaka Demokratîk aşkere kir.
Banga rêber Apo li seranserî cîhanê, rastî pêşwaziyeke germ û mezin hat.
Hevserokê Mala Êzdiyan a Helebê Menan Cafer got, bang û perspektîfên Rêber Apo ji bo civaka Êzidî cihê hêz û baweriyê ye.
Her wiha Menan Cafer da zanîn ku di pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe, biratiya gelan girîng e, ji lew ra dê Rêbertî guhertinên dîrokî li Rojhilata Navîn çêbike.
Roja 18’ê Adarê, Rêber Abdullah Ocalan peyameke taybet ji civaka Êzidî re şand.
Rêber APO di banga xwe de anî ziman ku, di pêvajoya heyî de gelê Êzidî dikarin roleke sereke di civakê de bilîzin .
