Malbat û hevalên dîlgirtiyan li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist, piştre berê xwe da avahiya PYD’ê û bi nûnerên Desteya Siyasî ya Parêzgeha Hesekê re civiyan.
Malbat û hevalên şervanên QSD’ê yên ji aliyê hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatine girtin, îro li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist.
Malbat û hevrêyên dîlgirtiyan piştre berê xwe da avahiya PYD’ê ya li xeta Hîzamê ya Qamişlo ku li wir civînek di navbera nûnerên PYD’ê û şandeya Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê de dihat lidarxistin.
Piştre 5 nûner bi navê malbatên dîlgirtiyan bi şandeya desteyê ya bi serokatiya Hesen Ebas re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, malbatên dîlgirtiyan diyar kir ku şandeyê soz da ku dê di nava hefteyekê de tevahî dîlgirtî werin berdan.
