ŞEHÎDÊN TEQÎNA TAXA XERBÎ YA BAJARÊ QAMIŞLO HATE BIBÎRANÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera 9’emîn a teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo duh malbatên Qurbaniyan, şêniyên bajêr û saziyên civaka sivîl çalakiya bîranînê li darxistin.

Çalakî Bi beşdarbûna bi dehan ji xelkên bajarê Qamişlo, Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê li cihê bûyerê li taxa Xerbî hate li darxistin.

Kolana çalakiyê bi wêneyên şehîdên teqînê hate xemlandin û mûm jî hatin pêxistin.

Merasîma bîranînê bi deqeyekê rêzgirtin destpêkir, piştre axaftin ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û PYD`ê Leyla ve hat kirin.

Axêveran tevahî şehîdên komkujiyê bibîranînin û soza şopandina riya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê dan.

Çalakiya bîranînê bi berzkirina siloganên Şehîd Namirin bi dawî bû.

Share This Article