Şeva borî komek din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê gihîşt bajarê Hesekê û ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.
Malbatên dîlgirtiyan û şêniyên Hesekê ji bo pêşwaziya dîlgirtiyên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê, li Çerxerêya Panorama ya bajêr kom bûn û bi girseyî kurên xwe pêşwazî kirin.
Di pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, hejmarek ji kesayetên herêmê û rûspiyên bajêr amade bûn.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana navbera QSDˊê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de dîlgirtî hatin berdan û şêniyan hêvî kir ku di demên pêş de hemû dîlgirtî werin berdan û li malbatên xwe vegerin.
Li gor amaran, Hejmara dîlgirtiyên hatine berdan 100 kes e, ew ji Reqa, Dêrazor, Kobanê û Qamişloyê ne.
