Ji bo şermezarkirina reşnivîsa destûrê ya desthilata Şamê û bîranîna şehîdên komkujiya Helebcayê, îro xelkên bajarê Dêrikê meşek li dar xistin.
Beşdarên meşê gotin, berdewamiya komkujiya Helebceyê niha li peravên Sûriyê pêk tên. Her wiha tekez kirin, destûra ku bêyî vîna gelan were avakirin, ti carî nayê qebûlkirin.
Ji bo şermezarkirina reşnivîsa destûrê ya desthilata Şamê û bîranîna şehîdên komkujiya Helebcayê, îro xelkên bajarê Dêrikê meşek li dar xistin.
Meşê bi beşdariya bi dehan xelkên bajêr û gundewarê wê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ji qada azadî dest pê kir û li naverasta bajêr veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin, Kurd weke berê derfetên dîrokî winda nakin, lê belê berovajî wê dê bi hemû hêza xwe ji bo bidestxistina mafên xwe têbikoşin.
Beşdarên meşê gotin, berdewamiya komkujiya Helebceyê niha li peravên Sûriyê pêk tên.
Her wiha beşdaran dan zanîn, destûra ku mafê jinan tê de tune be ew ti carî qebûl nakin.
Meş bi berzkirina sloganên Na ji destûra ku mafên jin û pêkhateyan tê de tune ye û na ji Qetilaman re bi dawî bû.
