Yek ji dîlgirtiyên ku vê dawiyê ji zindanên hikumeta Demkî ya Sûriyê de hatine berdan, şervan Ahûr Qamişlo bû.
Ahûr behsa rêwîtiya dîlgirina xwe ya zêdetirî 4 mehan, di bin zor zehmetî û îşkencê de kir û diyar kir ku ew amade ne canê xwe ji bo doza xwe feda bikin û tucarî dest ji vê dozê bernadin.
Ahûr Qamişlo ku xwe kir fedayî ji bo rêhevalên xwe û got ez berpirsyariya hemû şervanan radikim, beriya 2 rojan çavê malbat û rê hevalên xwe ronî kir û piştî 4 meh û 3 rojan ji dîlgirtinê azad bû.
Ahûr di rêwîtiya dîlgirina xwe ya zêdetirî 4 mehan, di bin zor zehmetî û îşkencê de bû.
ahûr qamişlo got ku ew û 90 hevalên xwe bi hev re hatin dîlgirtin, ew jî bi riya xiyanetê bû.
Ahûr destnîşan kir ku ew amade ne canê xwe ji bo doza xwe feda bikin û ew doza xwe bernadin.
mîna Ahûrê şoreşger bi dehan şervanên kurd hîna di nava zindanê hikûmeta demkî de ne , berxwedanî û têkoşîn dikin û doza xwe bernedan .
RAPOR : BÊRÎVAN QASIM
KAMÎREVAN : SELMAN SELMAN
