MALA ÊZÎDIYAN A TIRBESPIYÊ SALVEGERA 11’AN A FERMANA ŞINGALÊ GOTÛBÊJKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin diruşmeya “bi hêza jinê em ê siyaseta radîkal bişkînin û sûriyeke demokratîk ava bikin” Mala Êzîdiyan a bajarê Tirbesipiyê ji bo derbasbûna 11 salan li ser ferman û komkujiyên li ser xelkê êzîdî ên li şingalê panêlek lidarxist.

Panêl bi deqeyeke rêzgirtin û bi amadebûna bi dehan jinên Êzîdî li Hola civînan a li Mala Êzdiyan bi rêve çû.

Her wiha Panêl li ser 2 Mijarên sereke hate dabeşkirin , beşê yekem rola jin di qonaxên dîrokî de bi berfirehî hat nîqaşkirin.

beşê duyem jî li ser salvegera 11’emîn a fermana şingalê û hemû cûreyên binpêkirin ê ku li ser jinan ditah kirin hat nîqaşkirin.

di nava her mijarekê de deriyê nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin, panêl bi nîqaşên germ derbarê fermanên ku li dijî Êzdiyan de pêk hatine bi dawî bû.

Share This Article