bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî xelkên reqa, tebqa û dêrazorê meşeke girseyî lidarxistin û banga bidawîkirina pergala êşkence û girkirinê ya li îmralî û valaderxistina komployê kirin.
bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan meşek girseyî li Kantona Reqa hate lidarxistin.
meş li ser bangewaziya Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi beşdariya bi hezaran xelkên reqa, tebpa, dêrazor û rêveberiyên xweser ên her sê kantonan , partiyên siyasî û saziyên sivîl hate lidarxistin.
ji qada Navenda Perwerdeyê ya bajarê Reqayê destpêkir û bi durişmên bê serok jiyan nabe heta Stada Beledî dewam kir, li stadê meş veguherî mitingê, di mîtîngê de axaftin hatin kirin, axêveran komploya 9’ê cotmehê û pergala êşkence û qirkirinê ya li îmralî şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê her dem ji bo azadiya rêber apo û têkbirina komployê di nava çalakiyan de bin.
beşdarên meşê gotin fikrê Rêber APO li tevahiya cîhanê belav bûye, ji ber wê yekê, dewletên komploger ji ramanên rêbertî ditirsin.
Ji bo valaderxistina komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, 10’ê Cotmeha sala derbasbûyî li seranserî cîhanê pêngava azadiyê hate destpêkirin û heta niha bi xurtî dewam dike.
