LI TIL TEMIRÊ ÇAWANIYA RÊGIRTINA LI PÊŞIYA NEXWEŞIYA PENCEŞÊRÊ HATE NÎQAŞKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

JI bo şîrovekirin û hişyarkirina jinan di derbarê nexweşiya penceşêra pêsîran de, heyva sor a Kurd, semînerek li Til Temirê li dar xist.

Hejmarek ji jinên navçeyê, endamên saziyên rêveberiya xweser û rêxistinên jinan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de nîşaneyên destpêkê yên nexweşiyê û çawaniya serderiya li gel wê hatin şîrovekirin.

Her wiha di semînerê de bi rêya nimûne û awayên cuda jin hatin hişyarkirin ku dema tu nîşane dîtin, yekser serî li doktoran bidin.

Beşdarên semînerê jî, pirs ji komîsoynan pirsîn û di dawiyê de biroşor li ser beşdaran hatin belavkirin.

Ev demeke heyva Sor a Kurd, semîner û çalakiyên bi vî awayî li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe.

Share This Article