LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ALAYA SERXWEBÛNÊ YA SÛRIYÊ HAT HILDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî biryara Meclisa Gelan ya Rêveberiya Xweser a rakirina alaya serxwebûnê ya Sûriyê, li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê al hate hildan.
Roja 12’ê Kanûnê Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweser biryar da ku, li tevahî meclis, sazî û rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser ên li tevahî kantonên herêmê ala serxwebûnê ya Sûriyê were hildan.
Li ser wê bingehê, tevahî sazî, deste û dezgehên Rêveberiya Xweser alaya serxwebûnê ya Sûriyê hildan.
Li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi heman awayî sibeha îro al hate hildan.

Share This Article