BI LÊÇÛNA 18 MILYON DOLAR RÊVEBERIYA XWESER DEST BI PIROJEYA KIŞANDINA AVÊ JI BO HESEKÊ DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya rêveberiyên xwecihî û jîngehê ya herêma Cizîrê doh bi daxuyaniyeke çapemaniyê destpêkirina pirojeya kişandina avê ji gundewarên navçeya Amûdê ji bo bajarê Hesekê ragihand.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb ve hate xwendin û hat gotin: “Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serê Kaniyê di sala 2019’an de dagir kirine ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê Qut kirine”.
Piroje dê li ser çar pêvajoyan were pêkanîn:
Pêvajoya yekem: “Dê 20 bîr bi kûrahiya 500 Metre, bi hêza 150 Metre Kap ya defişandina avê werin kolandin”.
Pêvajoya duyem: “Çêkirina stasyoneke pompeyî ku 6 pompên çikane bi defişandina 750 Metre kab, asansorek bilindkirina avê bi dirêjahiya 80 metre û hawizekî berhevkirina avê bi hêza 5000 Metre kab dihewîne.
Pêvajoya sêyem: bi hêza 2 Mêga dê kehrebe ji stasyona Amûdê ji bo pirojeyê were kişandin.
Pêvajoya çaremîn: “Dê bi dirêjahiya 62 KM û qalindiya 800 MM boriyên avê ji bo Hesekê were kişandin.
Li gor Silêman Ereb, lêçûna pirojeyê 18 Milyon Dolar e.

Share This Article