LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ MERASÎMEKE XIYABÎ JI BO 2 ŞEHÎDAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên taxên şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîmeke xiyabî ji bo şehîdên azadiyê li dar xistin.

Di merasîmê de hejmarek ji şêniyan, endamên dezgehên civaka sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji aliyê meclisa malbatên şehîdan Remziya Salih, Hêzên ewlekariya hundirîn Şêro Kobanê, meclisa giştî ya herdu taxan û mala Êzdiyan Yildiz Marko ve axaftin hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û şopa rêka şehîdan nû kirin.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Share This Article