Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê mijdarê meş û çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
Bi dehhezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan daketin qadan û tundûtujiya li dijî jinan şermezar kirin.
Meşên girseyî ji kantona Efrîn- Şehbayê bigre, heta bi Kobanê, Reqa û Girkê Legê hatin lidarxstin.
Beşdarên meşan bênaver dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî û bimre koletî berz kirin.
Di meşan de axaftin hatin kirin û tekezî li ser avakirina jiyaneke wekhev û azad hate kirin.
