li ser paşxaneya nûkirina têkiliyên di navbera Şam û Enqerê de, şirovekarê siyasî Azad Heso got ku peyman û pêwendiya di navbera her du aliyan de nehatibû qutkirin, belku pêwendiyên her du aliyan, li gor wan peymanên ku di navbera wan de hatine çêkirin berdewam dikirin.
Piştî ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan derket pêşberî çapemeniyê û ragihand ku ew amade ye bi Esed re bicive.
Tevî ku dagirkeriya Trik gelek bajar ji Sûriyê wekî dagirkirine, lê Ev demeke ku Şam û Enqerê bi riyan diyalogan dixwzin li ser hesabê gelê Sûriyê têkiliyên xwe wekî beriya aloziya li Sûriyê nû bikin.
şirovekarê siyasî Azad Heso li ser daxuyaniya Enqerê got ku peyman û pêwendiya di navbera her du aliyan de nehatiye qutkirin, belku pêwendiyên her du aliyan, li gor wan peymanên ku di navbera wan de hatine çêkirin berdewam dikirin.
Azad Hiso bal kişand ser vê nêzîkbûnê û got ku ji ber ku bandora herdu hikûmetan lawaz e, lewma ew hewl dide ku bi rêya vê nêzîkbûnê deriyên nû veke û bandora xwe bi hemahengî li gel Şamê bihêz bike.
Çavdêr dibînin ku Dewleta Tirk ji vê nêzîkatiyê armanc dike ku rê li pêşiya guhertina siyasî ya li Sûriyê bigire, Ji ber ku pêşketina siyasî li Sûriyê ji bo herêmê bi gelemperî pêşketin e.
