RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎNÊ BANGA ALÎKARIYA QURBANIYÊN ERDHEJÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrîn bi daxuyaniyekê bang kir ku dorpêça li dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bê di zûtirîn dem de bê rakirin.

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem a li kantona Şehba kom bûn û daxuyaniyek dan.

Rêveberiyê got, kareseta erdhejê û dorpêça hikûmeta Şamê barê xelkên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girantir dike.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih, rêyan vekin û alîkariyê bidin qurbaniyan.

daxuyaniyê dibêje, Xelkên Efrînê para xwe karesatê ji girtin û li Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dehan kes bûn qurbanî.

Siyaseta dorpêçê azarên şêniyan di vê karesatê de duqat dike ku sivîl nikarin madeyên xwe yên sereke peyda bikin. Ji ber wê em bang dikin ku dorpêç bê rakirin alikariya mexdûran bê kirin.

Share This Article