LI ŞEHBYÊ JI BER DORPÊÇÊ KÊMBÛNEKE BERBIÇAV DI HILBERÎNA BERHEMÊN ÇANDINIYÊ DE ÇÊBÛYE

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo diyar kir ku li Şehbyê ji ber Dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî Kantona Şehbayê Kêmbûneke berbiçav di Hilbirîna berhemên çandiniyê de çêbûye.

Dorpêça Hikumeta Şamê ya li dijî Knatona Şehbayê bandoreke Neynî li hilberîna erdê çandiniyê kiriye.

Ji ber nebûna Semad û Mazotê Cotkarên Şehbayê Rastî Zehmetiyan tên.

Çalakvanê Hiqûqî Ibrahîm Şêxo Beşdarî Bernameya Eyn Ela El-Meşhed a Rojava TV bû û têkildarî mijarê Nirxandin kir.

Ibrahîm Şêxo diyar kir ku Ji ber Topbarana Dewleta Tirk Şewat bi Erdên Çandiniyê yên Şehbayê dikeve.

Share This Article