JI BO ŞÎROVEKIRINA REWŞA SIYASÎ CIVÎNEK LI QAMIŞLOYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekitiya Demokratîk bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, civîneke gel li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer girîngiya yekitiya siyasî û leşkerî ya Kurdan, mîsogerkirina mafên neteweyî di destûra Sûriyeyê de û domandina têkoşîna demokratîk vegot.

Partiya Yekitiya Demokratîk bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, civîneke gel li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de bi sedan ji welatî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Di civînê de bi berfirehî li ser rewşa Rojava di dema, planên komkujiya li ser gelê Rojava û Entegrasyona siyasî û leşkerî hatin gotûbêjkirin.

Derbarê xala entegrasyonê, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ji Rojava TV axivî û hin hûrgulî aşkere kirin.

Ji aliyê xwe ve, welatiyan bang li kesên ku Sûriyê bi rêve dibin kirin ku, sozên xwe pêk bînin û rê li ber rijandina xwînê bigrin.

Di civînê de pirs ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û bersiva wan hatin dayîn.

Beşdaran di dawiyê de girîngiya yekirina gelê Kurd vegot û xwest partiyên Kurdan berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin.

Share This Article