LI ŞEHBAYÊ TEVÎ DORPÊÇ Û ÊRÎŞAN PROSEYA XWENDINÊ BI PÊŞ DIKEVE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Dibistana Kampa Berxwedan Reca mele diyar kir, tevî rewşa koçberî û dorpêçê ya ku kantona Efrîn- Şehbayê tê re derbas dibe, lê dîsan wan karîn dinbistanan vekin.
Her wiha mamosteyekî kampa jî da zanîn ku, xwendekaran bi dilekî xweş û coşeke mezin dest bi sala xwendinê ya nû kirin.

Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li dijî herêmê, lê ji bo pêkanîna pêdiviyên welatiyan û belavkirina zanînê Rêveberiya Xweser her tim di nava tevgerê de ye.

Di vê çarçoveyê de desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn- Şehbayê ji bo avakirina nifşekî zana, proseya xwendinê didomîne.

Rêveberiya Dibistana Kampa Berxwedan Reca mele diyar kir, tevî rewşa koçberî û dorpêçê ya ku kanton tê re derbas dibe, lê dîsan wan karîn dinbistanan vekin.
Her wiha mamosteyekî kampa berxwedan jî da zanîn ku, xwendekaran bi dilekî xweş û coşeke mezin dest bi sala xwendinê ya nû kirin.
Li bajarê Şehbayê nêzîka 14 hezar xwendekar di dibistanên Rêveebriya Xweser de dixwînin. Tevî dorpêça giran û êrîşên berdewam, lê dîsa di salên derbasbûyî de rêjeya xwendekarên serkeftî ya li kantonê bilind bû.

Share This Article