RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA FIRATÊ BANGA SERHILDANÊ Û SEFERBERIYA GIŞTÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê seferberiyeke giştî ragihand û bang li hemû şêniyan kir ku li her derê rabin ser pêyan, tev li seferberiya giştî bibin û li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.

Rêveberiya Xweser a Firatê di daxuyaniya xwe de got ku Komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya li Şamê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî berfireh pêk tîne.

Her wiha anî ziman ku êdî ne veşartî ye ku hikumeta li ser desthilatdariya li Şamê Sûriyeyê ber bi tunebûnê ve dibe.

Rêveberiya Xweser a Firatê got: “Em bang li hemû gelê xwe li her derê dikin ku serî hildin, tev li seferberiya giştî bibin û li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin.”

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê di dawiyê de got: “Em bang li gelê xwe li seranserê Kurdistanê û hemû mirovahiyê dikin ku rabin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava ku îro ji bo parastina hebûnê; şer dikin.”

Share This Article