ŞAREDARIYA HESEKÊ JI BO PÊŞXISTINA ŞARISTANIYA BAJÊR DI NAVA KAR Û XEBATÊ DE YE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ji bo pêşxistin û sererastkirina riyan li bajêr, kar û xebatên xwe dewam dibin.

Endezyarên di Şaredariya bajarê Hesekê de piştî lêkolînan, dest bi porjeya sererastkirina riyan li bajêr kirin.

Şaredariyê li Taxa Miftî ya Hesekê projeyên mîna guhertina peyareyên kevin bi yê nû, Qîrkirina riyan ji bo ziftkirinê her wiha sererastkirina kanalîzasyonên taxê daye destpêkirin.

Berpirsên projeyê ji ROJAVA TV re axivîn û diyar kirin di vê projeyê de nêzî 8 kergeh alîkarin da ku di nava 45 rojan de kar bi dawî bibe.

Her wiha anî ziman ku dê di peyareyan de dar werin çandin û kursiyên rûniştinê werin danîn.

Share This Article