XELKÊN BAJARÊN QAMIŞLO Û AMÛDÊ CEJNA REMEZANÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, êdî cejin bûye weke dab û nerîtekê welatî destpêkê berê xwe didin cihê herî pîroz, anku berê xwe didin goristanên nemiran û cejna gîyanên wan ên pak û zindî pîroz dikin.

Li goristanên şehîdan kêliyên xemgînî, serfirzaî û serbilindiyê tevlihev dibin û dîmenê dilsoziya bi şehîdan re serwer dibe.

Welatiyên bajarê Qamişlo û Amûdê, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî serdana goristanên Şehîdan kirin û cejn pîroz kirin.

Welatiyan gotin, cejna me ligel zarokên me yên şehîd e û hêvî kirin ku cejn bibe navgîna serwerkirina aramîyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

Li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê îro cejna remezanê tê pîrozkirin

xelkên bajêrên Qamişlo û Amûdê , nûnerên Rêveberiya Xweser saziyên civaka sivîl, meclisa malbatên şehîdan di yekem roja cejnê de berê xwe dan goristanên şehîdan û ji wir pîrozkirina cejnê despêkir.

xelkên bajarê Qamişlo gotin: ”bi saya fedekariya şehîdan em bi aramî û aştî cejna xwe pîroz dikin û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya pêkanîna azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalan.

xelkên bajarê Amûdê jî hestê xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku bi wesîleya cejnê şer bê rawestandin aramî û aştî jî li tevahiya sûriyê misoger bibe

Cejna remezanê rêûresmeke kevneşop û boneyeke watedar e ku her sal zarok, ciwan û kesên temen mezin bi kêfxweşî serdana malên dost û hevalên xwe dikin û cejnê li hev pîroz dikin.

Share This Article